-
Notifications
You must be signed in to change notification settings - Fork 0
/
proverbs_with_quotes.js
2202 lines (2202 loc) · 118 KB
/
proverbs_with_quotes.js
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28
29
30
31
32
33
34
35
36
37
38
39
40
41
42
43
44
45
46
47
48
49
50
51
52
53
54
55
56
57
58
59
60
61
62
63
64
65
66
67
68
69
70
71
72
73
74
75
76
77
78
79
80
81
82
83
84
85
86
87
88
89
90
91
92
93
94
95
96
97
98
99
100
101
102
103
104
105
106
107
108
109
110
111
112
113
114
115
116
117
118
119
120
121
122
123
124
125
126
127
128
129
130
131
132
133
134
135
136
137
138
139
140
141
142
143
144
145
146
147
148
149
150
151
152
153
154
155
156
157
158
159
160
161
162
163
164
165
166
167
168
169
170
171
172
173
174
175
176
177
178
179
180
181
182
183
184
185
186
187
188
189
190
191
192
193
194
195
196
197
198
199
200
201
202
203
204
205
206
207
208
209
210
211
212
213
214
215
216
217
218
219
220
221
222
223
224
225
226
227
228
229
230
231
232
233
234
235
236
237
238
239
240
241
242
243
244
245
246
247
248
249
250
251
252
253
254
255
256
257
258
259
260
261
262
263
264
265
266
267
268
269
270
271
272
273
274
275
276
277
278
279
280
281
282
283
284
285
286
287
288
289
290
291
292
293
294
295
296
297
298
299
300
301
302
303
304
305
306
307
308
309
310
311
312
313
314
315
316
317
318
319
320
321
322
323
324
325
326
327
328
329
330
331
332
333
334
335
336
337
338
339
340
341
342
343
344
345
346
347
348
349
350
351
352
353
354
355
356
357
358
359
360
361
362
363
364
365
366
367
368
369
370
371
372
373
374
375
376
377
378
379
380
381
382
383
384
385
386
387
388
389
390
391
392
393
394
395
396
397
398
399
400
401
402
403
404
405
406
407
408
409
410
411
412
413
414
415
416
417
418
419
420
421
422
423
424
425
426
427
428
429
430
431
432
433
434
435
436
437
438
439
440
441
442
443
444
445
446
447
448
449
450
451
452
453
454
455
456
457
458
459
460
461
462
463
464
465
466
467
468
469
470
471
472
473
474
475
476
477
478
479
480
481
482
483
484
485
486
487
488
489
490
491
492
493
494
495
496
497
498
499
500
501
502
503
504
505
506
507
508
509
510
511
512
513
514
515
516
517
518
519
520
521
522
523
524
525
526
527
528
529
530
531
532
533
534
535
536
537
538
539
540
541
542
543
544
545
546
547
548
549
550
551
552
553
554
555
556
557
558
559
560
561
562
563
564
565
566
567
568
569
570
571
572
573
574
575
576
577
578
579
580
581
582
583
584
585
586
587
588
589
590
591
592
593
594
595
596
597
598
599
600
601
602
603
604
605
606
607
608
609
610
611
612
613
614
615
616
617
618
619
620
621
622
623
624
625
626
627
628
629
630
631
632
633
634
635
636
637
638
639
640
641
642
643
644
645
646
647
648
649
650
651
652
653
654
655
656
657
658
659
660
661
662
663
664
665
666
667
668
669
670
671
672
673
674
675
676
677
678
679
680
681
682
683
684
685
686
687
688
689
690
691
692
693
694
695
696
697
698
699
700
701
702
703
704
705
706
707
708
709
710
711
712
713
714
715
716
717
718
719
720
721
722
723
724
725
726
727
728
729
730
731
732
733
734
735
736
737
738
739
740
741
742
743
744
745
746
747
748
749
750
751
752
753
754
755
756
757
758
759
760
761
762
763
764
765
766
767
768
769
770
771
772
773
774
775
776
777
778
779
780
781
782
783
784
785
786
787
788
789
790
791
792
793
794
795
796
797
798
799
800
801
802
803
804
805
806
807
808
809
810
811
812
813
814
815
816
817
818
819
820
821
822
823
824
825
826
827
828
829
830
831
832
833
834
835
836
837
838
839
840
841
842
843
844
845
846
847
848
849
850
851
852
853
854
855
856
857
858
859
860
861
862
863
864
865
866
867
868
869
870
871
872
873
874
875
876
877
878
879
880
881
882
883
884
885
886
887
888
889
890
891
892
893
894
895
896
897
898
899
900
901
902
903
904
905
906
907
908
909
910
911
912
913
914
915
916
917
918
919
920
921
922
923
924
925
926
927
928
929
930
931
932
933
934
935
936
937
938
939
940
941
942
943
944
945
946
947
948
949
950
951
952
953
954
955
956
957
958
959
960
961
962
963
964
965
966
967
968
969
970
971
972
973
974
975
976
977
978
979
980
981
982
983
984
985
986
987
988
989
990
991
992
993
994
995
996
997
998
999
1000
export const proverbs_with_quotes = ["Tiştê çû nede dû.",
"Aqilê sivik barê giran e.",
"Çav ji xwe, guh jî ji yên din bawer dike. “Gotinek Elmanan”",
"Di êşê de edalet tuneye xwarzê. Mêzîna êşê tuneye. Kes nikare bipîve êşa keseke din. Û bijî. Herî zêde di êşê de xweser e mirov. “Pêşangeha Sûretan”",
"Korbûna mirov ji nedîtina xwe dest pê dike. “Pêşangeha Sûretan”",
"Ger hûn pirsa pirtûka ya herî baş ku min xwendiye bikin, ez ê ji we re bibêjim: Dayika min e. -Lincoln-",
"Jiyan ji bo bextiyaran kurt, ji bo bedbextan jî dirêj e. -Apollonius-",
"Her tiştê ku dibiriqe ne zêr e. -Cervantes-",
"Mêrekî kerr û jineke kor, jinûmêrekî dilşa ne. -Gotinek Danîmarkî-",
"Ti tişt wek rondikan zû ziwa nabin. -Cicero-",
"“Belavokek îlegal bû evîn, ya ku zarokekî di nîvê şevê de belav dikir, ew ji tarîtiyê ditirsiya tu ji dilketinê.” ahûra",
"Ev, ji te hezkirina min a dawî ye. Dilê xwe veke û baş pêbihesîn. ” Ez ji te hezdikim”. -ahûra-",
"Ger tu zanibe bixwînî, tu dê bibînî ku her mirovek pirtûkek e. -W. E. Channing-",
"Ne bi tenê li rûyê mirovan, li hundirê wan jî binihêrin. -Chesterfield-",
"Pêşeroja xwe em bi xwe amade dikin, paşê jî em dibêjin, çarenûs e. -Benjamin Disraeli-",
"Li welatê koran, yê bi çavekî dibe şah. -Erasmus-",
"Zêr bi êgir, jin bi zêr, mêr bi jinê tê ezmûnkirin. -Gotinek Emerîkî-",
"Divê gel ji dewletê netirse, dewlet ji gel bitirse. -ji fîlmê V for Vendetta-",
"Ev mirin e; ne hikumdaran nas dike, ne jî qeşmeran; hemûyan bi heman mehdê dadiqurtîne. -Victor Hugo-",
"Yê ku ji kesî natirse, mîna yê ku her kesî ditirsîne, bi hêz e. -Schiller-",
"Heke tu rojekê serê min xwar bibînî, bizane ku ji bo rakirina mirovek ketî, serê min xwar bûye. -Che-",
"Ger mirovatî agir nevedîta ew ê bihuşt vala bimaya. -Mihemed Şiyar Berxwedan-",
"Carinan tiştê ku mirov ji hev du re bibêje tune ye, lê dîsan jî mirov dipeyive. -Senancour-",
"“Jin, wekî sî yê ye. Ji yê ku wê dişopîne direve, li pey yê pêşiya xwe baz dide.” -Gotinek Kongo-",
"Li cihekî ku pirtûk têne şewitandin, di dawiyê de wê mirov jî bêne şewitandin. -Heinrich Heine-",
"Şaşî di kulika mişkan de jî derbas dibe; lê rastî di deriyan de hilnayê. -H.W. Shaw-",
"An were xwe pir bi hezkirin bide an jî here berî ku tu xwe pir bi hezkirin bidî.",
"Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm. -Seîdê Norsî yê Kurdî-",
"Gelî Kurdan! Ger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. -Nûreddîn ZAZA-",
"Kal û pîr ji her tiştî bawer dikin; navsal ji her tiştî bi şik in; ciwan jî bi her tiştî dizanin. -Oscar Wilde-",
"Heta hûn ber derîyê xwe paqij nekin, gazinan ji berfa ser banê cîranên xwe nekin. -Konfiçyûs-",
"Di bin vê rûpoşkê de ji goşt zêdetir tişt hene. Di bin vê rûpoşkê de ramanek heye, û raman guleyan derbas nake! – V for Vendetta-",
"Azadiya mirov di helwesta mirov de veşartiye. -Jean Paul Sartre-",
"An wek xwe xwiya bike, an jî tu çawa xwiya dikî, wiha be. -Mewlana Celaledînê Rûmî-",
"Divê ji bo ku tu karibî bijî, bixwî; ne ji bo xwarinê bijî. -Cicero-",
"Mirov her ku pîr dibe, bi nexweşiya şîretkirinê dikeve. -E.Renan-",
"Tiştê ku min nakuje, min bi hêz dike. -Nietzsche –",
"Ez niha ji vî dinya fanî li ser xatir xwestinê me. Ez poşman nînim ku ji bo vî gelê feda bûme. Bes ku bila neviyên min, min li hember neyarên min nedin şermê. -Şêx Seîdê Paloyî-",
"Em hemî di nav herriyê de ne, lê hin ji me li stêrkan dinêrin. -Oscar Wilde-",
"Ez li hemberî hîle û derewên we bi ser neketim, ev ji min re bû derd, lê belê min jî serê xwe li ber we netewand, bila ew jî ji we re bibe derd. -Seyîd Rizayê Dêrsimî-",
"Hay ji tevgerên xwe hebin; vediguherin dibin xûyên we. -Gandî-",
"Hay ji xûyên xwe hebin; vediguherin dibin nirxên we. -Gandî-",
"Hay ji gotinên xwe hebin; vediguherin dibin fikirên we. -Gandî-",
"Çi kesê ku ruhê netewayetî pê re tune be, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike. -M. Mistefa Barzanî-",
"“Eger însanekî/ê li zimanê xwe xwedî dernekeve, nikare li dînê xwe jî xwedî derkeve, nikare li pêxemberê xwe jî xwedî derkeve… Ez li zimanê xwe xwedî derdikevim ku bikaribim li Resulî Ekrem jî xwedî derkevim.” Şêx Evdirehmanê Axtepî",
"Bi çi awayî be bila be, bizewicin. Heger jina we baş derkeve, hûnê bextewar bijîn. Na heger xirab derkeve, wê hûnê bibin fîlozof. -Sokrates-",
"Hay ji nirxên xwe hebin; vediguherin dibin kesayetiya we. -Gandî-",
"Hay ji kesayetiya xwe hebin; vediguhere dibe qedera we. -Gandî-",
"“Kurdno, mal xerabno! An nebêjin em Kurd in, an jî bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsînin û bi axivin.” Celadet Elî Bedirxan",
"“Hezar mixabin ku ez baş bi zimanê xwe nizanim û hê di xortaniya xwe de ji welatê xwe bi dûr ketim û bi tirkî perwerde bûm.” Siya Evînê",
"Yên ku her tiştî li gorî aqil dimeşînîn êdî pîvana wan dibe aqil, aqil jî tenê dikare bigihîje tiştên dîtbar. Ji ber vê yekê ji demekê û şûnde aqil êdî tiştên nedîtbar înkar dike. -Bedîuzzeman Seîdê Kurdî –",
"Mirovên biaqil, hemû tiştên ku li ser difikirin nabêjin, lê li ser hemû tiştên ku dibêjin difikirin. -Arîstoteles-",
"Hay ji hestên xwe hebin; vediguherin dibin tevgerên we. – Gandî-",
"Hay ji fikrên xwe hebin; vediguherin dibin hestên we. – Gandî-",
"Efûkirin û jibîrkirin, heyfhilanîna mirovên qenc e. -F. SCHILLER-",
"Tu dibêjî ku ez ê sibê bibim mirovekî herî cûda. Tu çima ji îro dest pê nakî? -EPIKTETOS-",
"Ji holê rakirina pêşdaraziyekê, ji perçekirina atomê dijwartir e. -A. EINSTEIN-",
"Bi rawestina li keviya behrê û bi temaşekirina avê hûn nikarin ji behrê derbas bibin. -R. TAGORE-",
"Em hemû ji bo yekî, yekî ji bo me hemûyî. -Dumas-",
"xt bi min re dest pê dike û bi min re diqede. -Siya Evînê-",
"Pere xulamekî qenc e, lê axayekî xirab e.",
"Bila bibêjin bêar e, lê bila nebêjin jar e.",
"Nabêjin kê kir dibêjin kê got.",
"Dar li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe hêşîn dibe.",
"Ne xwar ne da hevalan, genî kir avêt newalan.",
"Ê neke bi ya mezinan qiloçên wî dibin wek yê bizinan.",
"Agir girte mala yekî, yê din got: “Tu bi Xwede venemirîne, da ku (ez) kewên xwe bibirêjim.",
"Agir berda kayê, xwe da ber bayê.",
"Agir li mala derewîna ket, kesî je bawer nekir.",
"An hero, an mero.",
"Apo ne gej e, tiştan dizane (dibîne) nabeje.",
"An naçe aş, an jî diçe aşvan dikuje.",
"Şêr şêr e çi jin e çi mêr e.",
"Aqilê xwe bi nan u dew ve xwariye.",
"Avê da navê.",
"Avê ku da serî, çi bihostek çi çar tilî.",
"Av bisekine, ew nasekine",
"Avêt paş guhe xwe.",
"Çîroka ku bera pey mirov de neqediyaye. Û çîroka neqediyayî kurmeke hundirîn e. Ger mirov neqedîne, ji hundir de dixwe mirov. Kul e. Li Dil. -Pêşangeha Sûretan-",
"Kal û pîr ji her tiştî bawer dikin; navsal ji her tiştî bi şik in; ciwan jî bi her tiştî dizanin. Oscar Wilde",
"Heta ku neyê serê mirov nayê bîra mirov jî. – Pêşangeha Sûretan-",
"Mixabin, rastî bi nerastiyê nekariye tu carî. Kakilê rastiyê bawerî, ê nerastiyê xapandin e û ruhê mirov nêzîktirî xapandinê ye. – Pêşangeha Sûretan-",
"Ku mirina devêr hat diçe nanê şivan dixwe.",
"Pênûs zimanê êqil e. Cervantes",
"Pîrîtî tenêtî ye. Eflatun",
"baş dixwest, piştî ez kal bûm jî ez mirineke baş dixwazim. Seneca",
"Nivîskarê ku hûn dixwînin, mîna ku hûn ji xwe re hevalekî dineqînin, wilo bineqînin. Wentworth Dillon",
"Tiştê ku tu rast dibînî bike; te divê bila dinya xerab bibe. Herbert",
"Mirov çi bixwaze dikare bike. Montaigne",
"Pejirandina şaşiyekê, bidestxistina serfiraziyekê ye. C. L. Gascoinge",
"Agir zêr, xizanî jî mirovên mêrxas diceribîne. Seneca",
"Şaşî di qulika mişkan de jî derbas dibe; lê rastî di deriyan de hilnayê. H.W Shaw",
"“Yên li jêr ji ketinê natirsin.” Bunyan",
"Ji bo ku ez xwe bi tenê nebînim, ez hemû şevê li hemberî neynikê rûniştim. Cesare Pavese",
"Yên herî xizan, peyayên dîrokê yên herî mezin in. Emerson",
"Ez di nava wan de bûm, lê ez ne ji wan bûm. Lord Byron",
"Mirovê herî bi tenê, mirovê herî bi hêz e. H. Ibsen",
"Zanîn, çavkaniya başnivîsandinê ye. Horatius",
"Li dilê xwe binihêre û wilo binivîsîne. Sir Pbilip Sidney",
"Qermîçok ne di dilê mirov de, di eniya mirov de çêdibin. Ji ber ku ruh qet pîr nabe. J.A.Garfield",
"Ger hêvî nemîne zewqa jiyanê jî namîne. Emile Zola",
"Berî tu dest pê bikî baş bifikire, lê ku te dest pê kir jî zû dawî bîne. Sallust",
"Şerm xemla ciwanan, rûreşiya kal û pîran e. Aristo",
"Temen jî mîna evînê ye, nayê veşartin. Thomas Dekker",
"Ji bo yên dijîn hêvî, ji bo miriyan jî bêhêvîtî heye. Theokritos",
"Hêvî nîvê cesaretê ye. Balzac",
"Ger navdarî piştî mirinê were, ji bo ku ez navdar bibim qet leza min tune. Martial",
"Dil li ku be, welatheziya rastî jî li wir e. Berkeley",
"“Yê ku carekê derewan bike, dikare careke din jî bike.” Henry Fielding",
"“Tu tişt mîna derewan mirovan biçûk nake.” A. Çexov",
"“Ger hûn dixwazin bibin nivîskar, binivîsin.” Epiktetos",
"“Mirovên derewîn pir sondan dixwin.” Alfieri",
"“Dîroka mirovatiyê, dîroka fikrê ye.” H. G. Wells",
"“Hêvî, nanê belengazan e.” Thales",
"“Hêvî tunebûya, jiyan jî çênedibû.” Holderling",
"“Ger hêvî ji dest biçe, tirs jî diçe.” Milton",
"“Hêvî, xewneke ku mirovan hişyar dike.” Aristo",
"“Yên ku ji bo parastina mafên belengazan nepeyivin, ew dîl (hêsîr) in.” Lowell",
"“Ger ev netewe nîvî azad û nîvî jî dîl be, ew najî.” Lincoln",
"“Hêvî gopalê dildaran e.” Shakespeare",
"“Biaqil li ser sedeman munaqeşe dikin, kêmaqil jî biryaran didin.” Anarchasis",
"“Du navên şeytên hene: Yek jê şeytan e, yê din jî derew e.” Victor Hugo",
"“Helbest şeraba şeytên e.” St. Augustine",
"“Zincîra ku hûn dixin stûyê dîlekî, seriyê wê yê din dikeve stûyê we.” Emerson",
"“Ez kirina metreyek kar, bi sozdayîna kîlometreyan ve naguherim.” James Howel",
"“Yên ku sozên giran bidin, karên bi lez dikin.” Rousseau",
"“Ji bo karên ku tu nikarî bikî, ji kesî re sozan mede.” Washington",
"“Sûcên herî mezin ne ji bo tiştên pêwîst, lê ji bo bidestxistina tiştên zêde têne kirin.” Aristoteles",
"“Civak sûc amade dike, sûcdar jî dike.” Buckle",
"“Ji berdêla ku wê şerefa min bişikê, ez hezar carî bimirim, çêtir e.” Addison",
"“Yê ku şerefa xwe winda bike, tiştekî din ku ew winda bike, namîne.” P. Syrus",
"“Ji berdêla şerefa min bimire, ez bimirim çêtir e.” Addison",
"“Heya ku mirov evîneke nû peyda neke, mirov demeke dirêj bi evîna kevin ve girêdayî dimîne.” La Rochefoucauld",
"“Hezkirina ku bi parve dibe, qels e.” Voltaire",
"“Sir nayê veşartin.” L. Fontane",
"“Mêr ji sirên xwe bêtir, yên hevalên xwe vedişêrin; jin jî berevajiya wê dikin, sirên xwe baş vedişêrin.” La Bruyêre",
"“Siyaset karekî zehmet e, yê ku bi dilê xwe dikeviyê, divê gazinan neke.” G. Grass",
"“Ji bo ku mirov bipirse, divê mirov berê hîn bibe.” Goethe",
"“Her pirs ne layiqê bersivdayinê ye.” Syrus",
"“Dîroka serxweşiyê, ji dîroka doktoriyê kevintir e.” Rabelias",
"“Pirskirin, li mirovên biaqil nayê.” Samuel Johnson",
"Pirsa ku yên biqail nikarin di heft salan de bibersivînin, gêjik di rojekê de dipirsin. Gotineke Îngîlîzan",
"“Helbest, hevalê tenêtiyê ye.” Cervantes",
"“Aştiyek nebaş, ji şer jî xerabtir e.” Tacilus",
"“Peya ji bo şer hatine afirandin, jin jî ji bo bêhnberdana şerkeran e.” Andre Maurois",
"“Hemû bûyer ji sedemekê dertên.” Giordano Bruno",
"“Huner, xwezayeke, ku ji aliyê mirovan ve hatiye holê.” Owen Merith",
"“Yên ku siyasetê û exlaq ji hev vediqetînin, tê wê maneyê ku ew ji herdu wan jî fêhm nakin.” John Morley",
"“Ceng lawê dojehê ye.” Shakespeare",
"“Huner çiqas dirêj e Xwedêyo, jiyan çiqasî kin e.” Goethe",
"“Tu hunermendên mezin, tu tiştên der û dora xwe mîna ku heye nabînin, ger wan wilo bidîtana, ew nedibun hunermend.” O.Wilde",
"“Huner ne nanê jiyanê, şeraba wê ye.” Jean Paul Richter",
"“Huner hêz e.” Longfellow",
"“Hunera herî baş hunera jiyanê ye.” John Macy",
"“Helbestkarê ez herî pirr jê hez dikim, yê ku bi xwe jî dizane ku helbestnivîsandin jê nayê, lê dîsan jî dinivîsîne.” Baraccio",
"Yên ku bi şer nizanibin, aştiyê jî nas nakin. Gotineke Japoniyan",
"“Pere pir kesan hînî riyên xerab dike.” Choderlos de Laclos",
"“Qîmeta peran xuya ye, lê carinan ew qîmet qet namîne, dadikeve binê sifrê.” Carlyle",
"“Pere di pêş de dimeşe û ji mirovan re hemû riyan vedike.” Shakespeare",
"“Pere mirovan bextiyar nake, lê ji bo bextiyariya mirov dibe alîkar.” Choderlos de Laclos",
"“Sebir, navekî hêzê yê din e.” E.B.Browning",
"“Di dinyayê de tiştê herî bi qîmet, ruhekî bi hereket e.” Emerson",
"“Sebir, hunera hêvîkirinê ye.” Vauvenargues",
"Ya ku ez kirime nemir, ramûsanên te ne. Margaret Fuller",
"“Welatê hunermendên mezin tune ye.” Alfred de Musset",
"“Ger hunera kirina gotineke xweş hebe, hunera xweştêgihîştin û xweşguhdarîkirinê jî heye.” Epiktetos",
"“Li cihekî ku her tişt bi peran tê pîvan, edaleta civakî û rehetî nayê lidarxistin.” Sir Thomas More",
"“Gêjik jî carinan şîretên baş dikin.” Boileau",
"“Şîreta herî baş tenê tu dikarî li xwe bikî.” Cicero",
"“Pere an bela serê me ye, an jî xizmetkarê me ye.” Horatius",
"Cihê ku pere lê dipeyive, rastî bêdeng dimîne. Gotineke Rusî",
"“Mirovên qenc tu carî namirin.” Callimachus",
"“Tirsa mirinê ji mirinê bitirstir e.” Schiller",
"“Mirin tiştekî kevin e, lê bi herkesî nû dixuye.” Turgenyev",
"“Tirsa mirinê ji mirinê bêtir mirov ditirsîne.” Seneca",
"“Mirinek bişeref, ji jiyaneke bêşeref çêtir e.” Tacitus",
"“Ne bi qehrê, bi ken mirovan bikuje.” Nietzsche",
"vedike.” Cato",
"“Mirin carinan cezayek, carinan diyariyek, carinan jî qenciyek e.” Seneca",
"“Ger tu biqeherî heta bi çaran bihejmêre, ku tu pir biqeherî jî çêran bike.” Mark Twain",
"“Berî ku em bi rastî bimirin, em hezar carî dimirin.” WE.Henley",
"“Ger dinya vekirî û rohnî bûya, huner çênedibû.” Albert Camus",
"“Ji tengezariya mirovê bi sebir bitirse.” Dryden",
"“Bi qehrê re aqil jî difire û diçe.” Lessing",
"“Mirov nikane lîstikên nû hînî segên pîr bike.”",
"“Hemû kesên ku nizanin hîn bibin, dibin mamoste.” Oscar Wilde",
"“Yê bi tiştekî nizanibe, tiştekî jî ji bîr nake.” Chevalier de Panat",
"“Tu çi şîretê dikî bike, tenê bila kurt be.” Horatius",
"“Mirovên herî xerab, carinan şîretên herî baş dikin.” P. /. Bailey",
"“Di karên xwe yê şexsî de, ji kesî şîretan nexwaze.” Thornton Wilder",
"“Carinan ez şîretên pir baş li xwe dikim, lê ez qet li wan guhdarî nakim.” Lady Montagu",
"“Mirov ji deyndarên xwe nefret dike.” Arthur Miller",
"“Nefret jî mîna evîna rastîn roj bi roj gurr dibe.” Balzac",
"“Kesên bi namûs ne ji ronahiyê, ne jî ji tarîtiyê ditirsin.” Thomas Fuller",
"“Ger hûn bixwazin hînî qîmeta peran bibin, wê çaxê deyn bikin.” Franklin",
"“Ger çavên evînê kor be, çavên nefretê kortir e.” La Rochefoucauld",
"“Yek tişt heye ku mirovan biaqil dike, ew jî nefret e.” Albert Camus",
"“Evîndarî û nefret ne di destên mirov de ye.” Anton Çexov",
"“Hêvî xewna mirovê şiyar e.” Aristoteles",
"“Nefreta ku vekirî tê nîşandan, firsenda tolhilanînê nahêle.” Seneca",
"“Kî bêhnpak û rast be, ew bextiyar e.” Eflatun",
"“Muzîk zimanê mirov yê gerdûnî ye.” Langfellow",
"Bextiyariya yekî hertim di destên yekî din de ye. Jane Austen",
"“Ez hewesa xwe ya xwendinê bi hemû xizneyên Hindîstanê nadim.” Gibbon",
"Herkes hesinkerê bextiyariya xwe ye. Gotineke Almanan",
"“Pêşî pirtûkên baş bixwînin, an na ji bo xwendina pirtûkan tu hewesa we namîne.” Thoreau",
"“Em çiqasî hindikî bizanibin, em ewçend bi şik in.” H.W.Shaw",
"“Tiştê ku em hindikî pê dizanin, em qet jê ne bi şik in.” Goethe",
"“Baweriya xwe bi tiştekî neyne, li hemberî her tiştî bi tevdîr be.” Gotineke Latînî",
"“Ji bo em baweriya xwe bi tiştekî bînin, divê em bi şikî dest pê bikin.” Stanislaus",
"“Bi tenê tiştek ne di destên mirov de ye, ew jî îdarekirina demsalan e.” Lowel",
"“Di bin sazûmaneke stemkar de, mîzah dibe zanist.” O. Beer",
"Bihar keçek ciwan, havîn dayikek, payiz jinebiyek, zivistan jî dêmariyek e. Gotineke Poloniyan",
"“Şik, ji bêhêvîtiyê jî xerabtir e.” Sir john Denham",
"“Ji bo kesan şik çi be, ji bo parlemento jî muxalefêt ew e.”",
"“Mirov tenê gava ku hez dike, xerabiyê nake.” Anatole France",
"“Ger mirovan xerabî nas nekiribûna, wê çiqasî bextiyar bûna.” Andre Gide",
"“Bûyerên xerab ji sedemên xerab dertên.” Aristophanes",
"“Mirov bi hêsanî dikeve nava xerabiyan, lê bi zehmetî jê derdikeve.” Mme de Maintenon",
"“Jiyaneke xerab, celebekî mirinê ye.” Ovidius",
"“Qumar; zaroka hêrs û timayê, hevalê xerabiyê û bavê zerar û ziyanê ye.” Geora Washington",
"“Kûçik bê sedem nareyin.” Kalevala",
"“Ger tirsonekî ji bo min baş be jî, ez dîsan nêzîk nabim.” Napoleon",
"Hevaltiya evînê, her tim tirs dike. Racine",
"“Mirina kûçikan jî bi kûçikanî dibe.” Anton Çexov",
"“Hêz û azadiya milet rewşenbîrên milet e; rewşenbîrên bi namûs, bîrewer, bihîstyar û xebatkar.” Çexov",
"“Tirs, koletî ye.” Eflatun",
"“Tirs, piraniya caran mirov hînî derewan dike.” Alferd de Vigny",
"“Peyivîn, hunera mêjîbikaranîna mirovan e.” Eflatun",
"“Bi mirovan xerabîkirin, ji kirina qenciyê hêsantir e.” Eflatun",
"“Tiştê ku tu dibêjî ez qebûl nakin, lê ez heta mirinê mafê te î vegotinê diparêzim.” Voltaire",
"“Mirovên ku di nava tirsê de bijîn, qet ne azad in.” Horatius",
"Tirs, ji nezaniyê dertê. Emerson",
"“Derew ji tirsê dizê.” Dostoyevskî",
"Kes ji mêrê tirsonek hez nake. Aristoteles",
"Ji bilî welatên kovî, hemû welat ji aliyê pirtûkan ve têne îdarekirin. Voltaire",
"“Peyayên tirsonek, bi namûs nabin.” D. Szabo",
"Carinan tiştê ku mirov ji hev du re bibêje tune ye, lê dîsan jî mirov dipeyive. Senancour",
"Gava tirsonek ne di talûkê de bin, kulma xwe li ba dikin. Goethe",
"“Pir guhdarî bike, hindikî bipeyive.” Blas",
"Pirtûka ku bi hêvî vebe û bi qezenc bête girtin ew pirtûkeke baş e. Alcott",
"Mêrekî baş divê êvaran berî her kesî ranezê û sibehan piştî her kesî ranebe. Balzac",
"Di çavên jinê de mêr împerator e. Byron",
"Dîwarên zexim, cîranên zexim diafirînin. Robert Frost",
"Bêhevaltî dibe, lê bêcîrantî qet nabe. Thonas Fuller",
"Tu mêvan ji sê rojan zêdetir nayên kişandin. Plautus",
"Herbert",
"Ji peyayê baş mêrê xerab dernayê. Shakespeare",
"Masî û mêvan di sê rojan de kevin dibin. John Lyly",
"Ji berdêla tu ê bipeyivî û gêjiktiya xwe nîşan bidî, nepeyive, da şika herkesî li ser te bimîne. Lincoln",
"Bêdengî jî celebekî hunera peyvê ye. Hazzlitt",
"Pirtûkek baş, hevalekî baş e. Saint-Pierre",
"Yên ku dostên wan tunebin, dijminên wan jî çênabin. Tennyson",
"Gava mirov behsa şexsiyeta hinin din dike, mirov şexsiyeta xwe qenc davêje ortê. Jean Paul Ricchter",
"Pirtûk sar in, lê dostên bi bawerî ne. Victor Hugo",
"Zanîngehaya îro ya rastîn, koleksiyona pirtûkan e. Thomas Caryle",
"Hevalên herî baş, pirtûkên herî baş in. Lord Chesterfield",
"Divê mirov nebe sebebê şikestina awirên jinekê kurê min. Ku şikest jiyan hildiweşe. Her bera pêy mirov dide. Dibe kul, dibe birîn û kurm digire, ji hundir ve dixwe canê mirov, dirizîne. Mirov nikare hilgire kurê min. Nikare. Pêşangeha Sûretan",
"Ku mirov awirên jinekê biderizîne nema îflah dibe kurê min. Wekî lanetekê didin pey mirov ew awir. Pêşangeha Sûretan",
"Tu ji hêzê hez dikî. Wekî her jinê. Lê hêz berê serê jinê dixwe. Divê tu vê bizanibî. Pêşangeha Sûretan",
"Bi revê mirov nikare ji ûjdanê xwe xilas bibe. Ûjdan ji mirov bezatir e. Pêşangeha Sûretan",
"Evîna lewitî dike ku rûmeta mirov jî bilewitîne. Pêşangeha Sûretan",
"Her roja înê diçim mizgeftê ji bo xutbeyê, her roja yekşemê diçim dêrê ji bo ayînê, rojên mayî jî tenê mirov im. Sosyalîstekî westiyayî, welatparêzekî veşartî, hêvîşikestî me. Pêşangeha Sûretan",
"Mirov ji ku dera xwe bimire divê ji wir veje. Pêşangeha Sûretan",
"Pirtûk zarokên mêjî ne. Swift",
"Qîmeta mirovekî bi pirtûkên wî ve tête pîvan. H. Spencer",
"Yên ku baweriya xwe bi xwe tînin, dikarin dinyayê jî îdare bikin. Voltaire",
"Min pirtûkên xwe neafirandine, wan ez afirandime. Montaigne",
"Ji berdêla kuştina pirtûkeke baş, mirov peyayekî bikuje çêtir e. Milton",
"Ger yek hînî hêza gotinan nebe, hêza mirovan jî nas nake. Konfuçyus",
"Maleke bê pirtûk mîna gewdeyekî bê ruh e. Cicero",
"Sedema jihevheznekirina jinan, mêr in. La Bruyere",
"Dilxerabî wek mar e, bi xwediyê xwe vedide. Sophokles",
"Ne bi tenê li ruyê mirovan, li hundirê wan jî binihêrin. Chesterfield",
"Mêr ji jinên zane nefret dikin. Tennyson",
"Yê pisîkan neh ruhê wan, yê jinan jî bi qasî neh pisîkan ruhê wan heye. Fuller",
"Jinek an hez dike, an jî nefret dike, nîvê wê tune ye. Syrus",
"Ji keçek xerab jina baş dernakeve. Benjamin Franklin",
"Liberketinên jinan wek bahozên havînan e; xurt e, lê kurt e. Joanna Baillie",
"Di dinyayê de tiştê ku pir tê guhertin awayê porşehkirina jinan e. J. Addison",
"Jina herî baş ew e ku hê ji dayika xwe nebûye. Fîrdewsî",
"Jin çavên ku her tiştî dibîne jî, dixapîne. Dostoyevskî",
"Xwîna xwînrêjan ne pak e. Baraccio",
"Pênûs, di destê nêçîrvanê xam de, dikare bibe tîreke ku hedefa xwe şaş dike. Baraccio",
"Gul ji bo bêhndayinê, agir ji bo tînê, jin jî ji bo bextiyarkirinê hatine afirandin. G. Gardony",
"Tiştê ecêb li ba jinan, ne bêî wan, ne jî bi wan re mirov dikare bijî. Byron",
"Jin, tenê bi çavan nayê neqandin, tu wê, ji çavan bêhtir bi guhê xwe bineqîne. Thomas Fullerr",
"Ez her tiştî diceribînim, lê tiştê ku ez dikarim bikim, ez dikim. Herman Melville",
"Jina ku mirov dikeve dû, li ber çavên mirov wek melekekê ye, gava mirov bi dest dixe, dawiya her tiştî tê. Shakespeare",
"Jina ku jê tête hezkirin, hertim bi heq derdikeve. Alfred de Musset",
"Her dil qedera xwe ye. Bailey",
"Qederê tu caran zora îrada min nebiriye. Napoleon",
"Qeder dijmineke ecêb e. Euripides",
"Lêdana dil dengê qederê ye. Sciller",
"Tolhilanîn, gotineke ku bi mirovatiyê re têkiliya wê tune ye. Seneca",
"Tolhilanîn şêrîn e. William Paintier",
"Ger tu nikanibî tiştê tu dixwazî bikî, tiştê tu dikanî bikî bixwaze. Terenece",
"Ger tu dixwazî qenc bibî, bi neqenciya xwe bawer be. Epiktetos",
"Yê ku qencî jê were û neke, ew sûcdarek e. Pestalozzi",
"Tu pirtûkên baş bi carekê ve rûyê xwe yê rast nîşan nadin. Carlyle",
"Ev dinya ji bo xwedîkabîliyetan ne lal e. Goethe",
"Kî çi dibêje bila bibêje, kî çidike bila bike, ez ê qenc bim. Aurelius Antoninus",
"Mirov carinan dixwaze ku hemû mirovan bi dar ve bike û dawiya vê komediyê bîne. Mark Twain",
"Mirov gurê hev in. T. Hobbes",
"Ger bawerî winda bibe û şeref bimire, mirov jî diçe. Whittier",
"Nasîna hemû mirovan bi carekê, ji nasîna mirovan ya yek bi yek hêsantir e. La Rochefoucauld",
"Mirov, pîvana her tiştî ye. Protagoras",
"Ger tu zanibe bixwînî, tu dê bibînî ku her mirovek pirtûkek e. W. E. Channing",
"Mirov tiştê ku herî hindik pê dizane, herî pir baweriya xwe pê tîne. Montaigne",
"Mirov her bi tenê ye, dinya jî vikî vala ye. Jean Anouilh",
"Mirovatî lawê Xwedê ye. T. Parker",
"Mirov ne ji guhên xwe, divê ji çavên xwe bawer bike. Montaigne",
"Herkes durû ye. Fredrick IV",
"Xwekuştin, tirsonekî ye. Napoleon",
"Ger mirov ji xwe pêve hinin din mînak negire, mirov bi pêş nakeve. Goldsmith",
"Di konên ku bavên me çêkirine de nenivin, bi dinya ku bipêş dikeve re gavan biavêjin. Mazzini",
"Bêîmkanî gotineke ku tenê di ferhenga bêhişan de tête dîtin. Napoleon",
"Bawerî dewama êqil e. William Adams",
"Bawerî hêza jiyanê ye. Tolstoy",
"Mirov bi kêmasiyan ve tijî ye. Balzac",
"Ger azadiya fikrê tunebe, azadiya mirovan jî tune ye. Voltaire",
"Yên ku ne azad bin û mîna ku azad in xwe nîşan bidin, ew koleyên herî mezin in. Goethe",
"Azadiya mirov, bi destpêkirina azadiya cîranên mirov ve dawî tê. F. W. Karrar",
"Ez bextiyariyê naxwazim êdî, jiyan ji bextiyariyê jî bi rûmettir e. Bernard Shaw",
"Ax, azadî! Li ser navê te çi mirov têne kuştin! Mme Jeanne Roland",
"Jiyana bê fêde, mirineke zû ye. Goethe",
"Di dinyayê de du tişt hene ku ez dixwazim û jiyanê bi min dide hezkirin; evîn û azadî. Di ber evînê de pêwîst be ez ê jiyana xwe bidim, lê ji bo azadiyê ez evîna xwe jî feda dikim. Victor Hugo",
"Gava mirov jiyanê û nejiyanê weke hev bibîne, hingî mirov digihîje azadiya xwe. Dostoyevskî",
"Di rojên xweş de, li rojên nexweş jî bifikirin. Thomas Fullers",
"Azadî bi tenê li cihên ku gel hukûmetê kontrol dikin, heye. Woodrow Wilson",
"Tiştê ku em ê di şer de bi kar bînin, divê em di aştiyê de amade bikin. Syrus",
"Tu ba alîkariya keştiya bêarmanc nake. Montaigne",
"Bi mêrxasî bipeyive, rastiyê bibêje da ku şeytan fedîkar derkeve. Eaumont û Fletcher",
"Xweşdîtin dînê herî baş e. Victor Hugo",
"Hukûmeta herî baş ya ku mirovên wê yên bêkêr herî hindik in. Voltaire",
"Qedera hukûmetê hertim di destên çekhilgirên wê de ye. Aristoteles",
"Hukûmeta herî baş ew e, ku bikaribe bextiyariyê bide gelê xwe. Macaulay",
"Tu tişt weke xeyalên mirovan azad tune ye. David Hume",
"Tu tişt mîna jiyanê ne bi qîmet e. Euripides",
"Ji jiyanê metirsin zarokno! Gava hûn tiştekî baş û rast dikin, jiyan çiqas xweş e! Dostoyevskî",
"Mêr jiyanê pir zû, jin jî pir dereng nas dikin. Oscar Wilde",
"Jiyan bi hinan şêrîn, bi hinan jî tehl e. Turgenyev",
"Di jiyanê de hertim xweşî û nexweşî têkel e. Ludwig Tieck",
"Jiyan hunereke zehmet e. Brachvogel",
"Qîmeta jiyanê ne pir jiyîn e, baş jiyîn e. Montaigne",
"Tiştê ku wê di pêş de zehmetiyê bide te tevlî jiyana xwe meke. Emile Zola",
"Jiyan xewneke mirinê ya bêdawî ye. James Thomson",
"Jiyan derseke dirêj ya mirovatiyê ye. Barrie",
"Tiştekî spehî her tim ne baş e, lê tiştekî baş her tim spehî ye. Ninon de L’Encios",
"Spehîtî hêz e, devkenî jî şûrê wê ye. Charles Reade",
"Ji bo gihîştina gelekî sê tişt pêwîst in; dibistan, dibistan, dîsan dibistan. Tolstoy",
"Dengê gel dengê Xwedê ye. Alculn",
"Evîn evîndar e.",
"Nexweşî tê hîskirin, lê xweşî nayê hîskirin. Thomas Fuller",
"Boccaccio",
"Nexweş ji xweşan bêtir dijîn. Theodor Fontana",
"Nexweşî xizmetkara mirinê ye. Francis Rous",
"Pirxwarin havêna nexweşiyê ye. F. Attar",
"Mirov ancax dikare bi xeyalên vala bextiyar bibe. Stefan Zwing",
"Xeyal çavên ruh e. Joubert",
"Divê rojên jiyanê yên nebaş hebin, da mirov bikaribe zexmî û mêrxasiya xwe nîşan bide. Senancour",
"Roya bê sî tuneye. Albert Camus",
"Roya ku diçe ava, her sibeh ji nû ve hiltê. Catallus",
"Ro, rojê du caran hilnayê. Victor von Scheffel",
"Bi her kesî re bide û bistîne, bi hindik kesan re têkiliyan deyne, yê ku tu bixwazî baweriya xwe pê bîne jî baş biceribîne. Washington",
"Gelo li vê dinyayê kî heye ku bawerî anîbe û nehatibe xapandin? Eliza Cook",
"Ro li her welatî sibehan hiltê. George Herbert",
"Di dinyayê de hêza herî mezin spehîtî e. Anatole France",
"Spehîtiya ruh, wek spehîtiya gewde baş naxuye. Aristoteles",
"Tu tişt weke hêstirên jinan zû ziwa nabe. Thomas Fuller",
"Tu rû wek rûyên ku bi hêsirên çavan têne şuştin pakij tune ne. Shakespeare",
"Spehîtî û kêmaqilî du kevneheval in. Benjamin Franklin",
"Yê ku bixwaze hêsirên çavan biçine, divê hezkirinê biçîne. Sciller",
"Hêsirên çavan gotinên xemê yên bêdeng in. Voltaire",
"Spehîtî bi bask e, zû difire. Edward Moore",
"Spehîtî û aqil kêmcaran li nik hev tên dîtin. Petronius",
"Min li ku benderuhek dîtibe, ew dixwaze li wir bi hêz bibe. Nietzsche",
"Ji bo ku ez negirîm ez bi her tiştî dikenim. Beaumarchals",
"Carinan yek tênagihêje bê mirov ji bo çi dikenin. Dostoyevskî",
"Mirovan evqasî zehmetî kişandine ku mecbûr mane ken afirandine. Nietzscehe",
"Mirovê ku nizane bikene, ne ku tenê xayintiyê dike, herweha jiyana wî bi xwe xayintî ye. Carlyle",
"Mirovê bêhêvî nikane derkeve serê çiyayên rastiyê. Nietzsche",
"Kirinên xweşikan xweşik in. Fielding",
"Yên ku ji bo hinin din bigirîn ji çavan dibin. Tolstoy",
"Laşekî xweş ji bo ruhê mirovan wek odeya mêvanan, laşekî nexweş jî weke girtîgehekê ye. Bacon",
"Çav, ji bilî xwe her tiştî dibîne. Thomas Fuller",
"Çavên herî xweşik, carinan çavên herî derewîn in. Victor Hugo",
"Zimanê evînê di çavan de ye. Phineas Fletcher",
"Hêstirên çavan ziwa dibin. Dostoyevskî",
"Çav, pencereya ruhê mirovan e. Du Bartas",
"Ez li paşeroja xwe dinihêrim û hatina xwe dibînim. Patrice Henry",
"Piraniya mirovan ku pîr dibin xortaniya xwe ji bîr dikin. Boccaccio",
"Piştî ku xortaniya me diçe, em paşê jê hez dikin. Holderlin",
"Mirov dikane bi çavên girtî jî bibîne. Coleridge",
"Yên ku şeraba xortaniyê tehmandibin, di dinyayê de ji xwe pê ve kesî nabînin. Fîrdewsî",
"Ji xewnên xortaniya xwe bi dûr nekevin. Sciller",
"Li ser gihandina xortan raweste, ji ber ku di vê riyê de xemsariyek dikare hebûna welêt mehû bike. Arîstoteles",
"Nîvrastî pirraniya caran dereweke muezem e. Franklin",
"Jiyana rastiyê bêdawî ye. F. Herczeg",
"Mirovatî hewcedarî rastiyê ye. Bacon",
"Felsefe, şik e. Montaigne",
"Felsefe mîkroskopa ramanê ye. Victor Hugo",
"Rastî ji derengmayinê hez nake. Seneca",
"Paşeroj ji satilek xwelî pê ve ne tiştek e. Carl Sandbur",
"Tiştê ku mirovan birîndar dike, rastî ye. Napoleon",
"Ger deriyek were girtin, deriyekî din vedibe. Cervantes",
"Pêxemberê pêşerojê yê herî baş, paşeroj e. John Sherman",
"Zewac gora evînê ye. Stendahl",
"Zewac û hevduberdan bi tenê di destên jinan de bûya tu mehr saxlem nedima. Dostoyevskî",
"Xort ji bo ku diwestin dizewicin, keç jî ji bo ku meraq dikin dizewicin, dawiyê hemû jî poşman dibin. Oscar Wilde",
"Ya ku pîroziyê dide zewacê evîn e. Tolstoy",
"Di felsefê de ne gihîştina armancê, lê riya wê girîng e. Havelock Ellis",
"Evîn berbanga zewacê, zewac jî êvara evînê ye. De Finod",
"Zewaca bêî hezkirin, mîna îbadetkirina bêî bawerî kirêt e. Çexov",
"Ji ku? Bi ku de? Ji bo çi? Çawa? Ev pirs hemû ji felsefê pêk tên. Joubert",
"Jin berî ku bizewicin, mêr jî piştî ku dizewicin digirîn. Gotineke Polonî",
"Felsefe di ser hemû huneran re ye. Eflatun",
"Rexnegir her dibêjin, em ji nivîskaran tênagihîjin. Gelo ev sûcê nivîskaran e? A. W. Hare",
"Destek destê din, herdu dest jî rûyekî dişon. John Florio",
"Ger pozê Kleopetrayê hebekî din jî kin bûya, wê hemû rûyê dinyayê bihata guhertin. Pascal",
"Kinc di derheqa mirovekî de tu zanebûnê nade. Yriarte",
"Xewa bêhnfirehan xweş e.",
"Birûmetî diyariya bext e. Cicero",
"Gava mirov cara pêşî pirtûkekê dixwîne, mîna ku mirov ji xwe re dostekî nû peyda bike; gava mirov cara dudan bixwîne mîna mirov dostekî xwe yê kevin bibîne. Gelerî",
"Kêf çavên êqil kor dike. Cicero",
"Her dîk li ser sergoyê xwe bang dide. Seneca",
"Egoist hertim zerarê dide yê ku ew herî pirr jê hez dike, ango zerarê dide xwe. B. Peers",
"Li yên ku xwe pir dixemilînin binihêrin, hemû jî dixwazin xwe veşêrin. Aristo",
"Rexnegir ew kes in ku di hunermendî û edebiyatê de bi ser neketine. Disraeli",
"Dibe ku rexne ne tiştekî spehî be, lê pêwîst e. Ew jî mîna êşê ye, nexweşiya giyanê mirov bi mirov dide zanîn. Churchill",
"Hînbûyina bêî fikir, windakirina demê ye. Confucius",
"Bi tenê yên mirî û yên kêmaqil fikrên xwe naguherin. Lowell",
"“Ramana ku şiyar bibe, careke din ranazê.” Carlyle",
"Fikrên ku di dilê nefsbiçûkan de dijîn, fikrên bilind in. Montaigne",
"“Tîştê ku mirov mezin dike raman e.” Pascal",
"Herkes di fikrên xwe de dikanin şaşiyan bikin, lê kêmaqil ji fikrên xwe nagerin. Cicero",
"Tiştek heye ku ez dizanim namire, ew jî raman e. Meredoth",
"“Dua dengê baweriyê ye.” Honre",
"“Tirsa mirinê her kesî dajo ser duakirinê.” Senece",
"“Maleke bêî pirtûk, mîna xaniyekî bêî pencere ye.” Moa Martinsson",
"“Ji bo ku mirov bikanibe romaneke mezin binivîsîne, divê mirov hebekî dînik be.” John Gardner",
"“Ma hûn dizanin ji bo çi li hemberî du guhên me zimanekî me heye? Ji bo ku em pirr guhdarî bikin û hindikî bipeyivin.” Diyojen",
"Dinya saloneke tiyatroyê ye, yên ku perên wan hebe, ew ê li cihên baş rûnên. S. Maugham",
"Yê ku bi tenê dijminekî wî hebe, li her derê li wî rast tê. Emerson",
"Mirov dijminê xwe yê herî mezin e. Cicero",
"Mirov ji bo dîn(ol) dinivîsîne, şer dike, dimire; lê mirov nizane ji bo dîn(ol) bijî. Colto",
"Parsek, şerma xwe di kîsikê xwe de digerînin. Baraccio",
"“Li min xe, lê li min guhdarî bike!” Themistokles",
"Ger dîplomatek bibêje,”erê” hûn mana “belkî” jê derxin; ger bibêje,”belkî” hûn mana”na” jê derxin… Lê ku bibêje,”na” wê çaxê ew ne tu dîplomat e.",
"Mirovên baş qet bêyî dijmin nabin. Alessandro Manzoni",
"Dijminê we yê herî mezin di nava we de ye. Hz. Mehemmed",
"“Xweza di çêbûneke matematîkî de ye.” Galilei",
"“Xweza, pirtûkeke ku ji aliyê Xwedê ve hatiye nivîsandin.” Marvey",
"“Xweza bêî mirov jî dikane bijî, lê mirov nikane bêî xwezayê bijî.” P. Rehruch",
"“Wext bi qîmet e, lê rastî bi qîmettir e.” Disraeli",
"“Derew dimire, rastî namir e.” Mary Baker Eddy",
"Mîna hûn ji xwe re hevalekî dineqînin, nivîskarê xwe jî wilo bineqînin. Roscommon",
"Ji deryayê hez bike, lê li peravê raweste. George Herbert",
"Ji rûyê bizmarekî nalek, ji rûyê nalekî hespek, ji rûyê hespekî jî siwarek diçe. Franklin",
"Mirovên biaqil hemû hêkên xwe naxin selikekê. Cervantes",
"Ji berdêla bûyîna serekdewlet, ez bûyîna li ser heqiyê tercîh dikim. Henry Clay",
"Ziman avahiyek ku her kes kevirekî datîne ser e. Emerson",
"“Deynkirin ne zêde ji parsekiyê bi ferq e.” Lessing",
"“Her tişt tê guhertin, lê tu tişt winda nabe.” Ovidius",
"“Her tişt diherike.” Heraklitos",
"“Zarok serweta feqîran e.” Thomas Fuller",
"“Ji guhertinê pê ve her tiş tê guhertin.” Zangwill",
"Kî xwîna merivekî birijîne, wê xwîna wî jî ji aliyê wî merivî ve bête rijandin. Incil",
"“Em her roj tên guhertin; wê raman û afirandinên me çawan weke xwe bimînin?” Carlyle",
"Xebat karê herî bi rûmet e. Carlyle",
"Demokrasî îdara gel, ji aliyê gel, ji bo gel e. Lincoin",
"“Kêmasiyên demokrasiyê, dîsan bi demokrasiyê ji navê radibe.” AlfredE. Smith",
"Karkerekî li ser lingan, ji begekî rûniştî gelekî çêtir e. Franklin",
"Divê gul xweş bêhn bidin, jin jî biaqil bin. Victor Hugo",
"Riya herî baş ya başkirina zarokan, kêfanîna wan e. Oscar Wilde",
"Yên ku ji zarokan hez dikin, ji jiyanê jî hez dikin. Dostoyevskî",
"“Dojeha di hundirê me de ya ku xeman bi me dide kişandin ne guh dibihîze, ne jî ziman dikane bibêje.” Lord Byron",
"Gelî dostan, li dinyayê dost tune ne. Aristoteles",
"“Ji bo bidestxistina buhuşta ezmên, ez ê dinyayê li xwe bikim dojeh.” Lord Byron",
"“Cesaret di ser hemû çekan re ye.” Ovidius",
"“Pîvana cesaretê ne mirin e, jiyan e.” Alfleri",
"“Xwedê alîkarê mêrxasan e.” Schiller",
"Kesên mêrxas dikarin li her welatî ji xwe re starekê peyda bikin. Ovidius",
"“Heta ku mirov nekeve talûkeyan, mirov bi mêrxasiya xwe nizane.” La Rochefoucauld",
"Ne bi deyn bide ne jî deynan bike, an na tu ê hem perê xwe hem jî hevalê xwe winda bikî. Shakespeare",
"Deyn feqîriya herî xerab e. M. G. Lichtwer",
"An em ê hemû bi hev re bêne bidardekirin, an jî em ê wan yek bi yek bi dar de bikin. Franklin",
"Ji deyndayinê zehmettir tiştek heye, ew jî deynkirin e. Braccio",
"Deyn deryayeke bêbinî ye. Carlyle",
"“Peyayên mezin ew in, ku guh nadin mezinahiya xwe.” Shakespeare",
"“Cihê ku zelaltî, başî û rastî lê tunebe, mezinahî jî lê peyda nabe.” Tolstoy",
"Rojek îro bi du rojên sibe ye. Franklin",
"“Her peyakî mezin ne peyakî zane, her peyakî zane jî ne peyakî mezin e.” Holmes",
"“Mezin, ji ber ku me ew hilgirtine mezin in; ger em wan ji ser piştên xwe bavêjin, ew ê li erdê bi çarpiyan herin.” Montandre",
"“Hesin bi hesin, zana jî bi zana dizane.” Talmud",
"“Tiştê ku dizanim ew e ku ez bi tiştekî nizanim.” Sokrates",
"“Zanist malê hemû cîhanê ye, tixûbên welatan nas nake.” Goethe",
"Gava yên xerab bibin yek, divê yên baş jî werin ba hev, an na ew ê yek bi yek winda bibin. Burke",
"Qîmeta netewakê, bi qîmeta kesên ku ew netewe anîne meydanê ve, tête pîvan. John Stuart-Mill",
"Dawîanîna baş ji destpêkirina baş çêtir e. Ovidius",
"Destpêkirin, nîvdawîanîn e. Horatius",
"“Ji berdêla tu ê hin tiştan nîvî bizanibî, bi tiştekî nizanibe çêtir e.” Nietzsche",
"Em ji her kesên ku me diecibînin hez dikin, lê em ji her kesên ku em diecibînin hez nakin. La Rochefoucauld",
"“Yên ku zanebûna wan zêde dibe, derdên wan jî zêde dibin.” încîl",
"“Em nizanin em ê bi çi bin, lê em dizanin em çi ne.” Shakespeare",
"Ger hûn dixwazin bila her kes bi başî behsa we bikin, wê çaxê hûn behsa xwe mekin. Pascal",
"“Ma qet zane û nezan dibin yek?” Hz. Mihemed",
"“Ma hûn dizanin bavên herî nebaş kî ne? Ewên ku kirinên xwe yên xortaniyê ji bîr kirine.” Diderot",
"Ragihandin",
"Baveke, beramberî sed mamosteyan e. George Herbert",
"Yên ku em ji wan hez dikin, gava me dixapînin em wan efû dikin, lê yên ku hindiktir bêne efûkirin ew in. Bismarc",
"Aştiya herî nebaş jî ji şerê biheq çêtir e. Cicero",
"“Sê rojname, min ji sed alayan bêtir ditirsînin.” Napoleon",
"Efûkirina dijminekî, ji efûkirina dostekî hêsantir e. Dorothee Deluzy",
"“Riya parastina aştiyê ya herî baş, ji şer re amadebûn e.” Washington",
"Ji berdêla îdarekirina hukûmeteke bêî rojname, ez îdarekirina rojnameyeke bêî hukûmet tercîh dikim. Jefferson",
"“Di jiyanê de bidestxistina serketina herî mezin, têgihîştina çend rastiyan û jiholêrakirina çend şaşiyan e.” Fredrickê Mezin",
"“Di dinyayê de du riyên biserketinê hene: Yek jê ji aqilê xwe, ya din jî ji bêaqiliya xelkê fêdedîtin e.” La Bruyere",
"Ku evîn tê aqil diçe. Antoine Bret",
"“Xwesteka xortan; evîn, pere, xweşî. Xwesteka kal û pîran; xweşî, pere, evîn.” Paul Geraldy",
"Evîn dilxweşiyeke dewamî ye. George Sand",
"Evîn mêrdewaneke ji êgir e, ku ji dil dirêjî asman dibe. E.Geibel",
"Evîndarê şermok, dibe mêrekî dilxerab. Oliver Goldsmith",
"Evîn weke mirinê bi hêz, weke gorê dexes e. încîl",
"Evîn li Fransa komedî, li îngiltereyê trajedî, li Italyayê opera, li Almanyayê jî melodramek e. Marguerite Blessington",
"Were di dilê min de bijî, ez tu kirê ji te nastînim. Samuel Lover",
"Dildarê ku ne destvekirî be ne tu dildar e. Thomas Hardy",
"“Bingeha jiyanê agir e.” Heraklites",
"“Karê em pêşî bikin, divê em hemû parêzeran bikujin.” Shakespeare",
"“Adet e; yê ku bav dide hev, law belav dike.” Goethe",
"Hevalê xwe ji min re bibêje, ez ê ji te re bibêjim bê tu kîye. Cervantes",
"“Hevaltî mîna petêxan e. Ger hûn bibêjin çima? Ji ber ku heta mirov yek baş dibîne, mirov bi sedan dipelîne.” Claude Mermet",
"Riya herî baş ya ku hûn hevalên xwe winda nekin ev e; ne bi deyn bidin, ne jî deynan bikin. Paul de Kock",
"Dê û bav bi tesadufî, hevaltî jî bi neqandinê peyda dibin. De Lilie",
"Jin jî mîna qiralan in, tu carî nikanin bi kesî re bibin heval. Lord Lyttieton",
"Sê dostên rast hene. Pîrejinek, segekî pîr û perên hazir. Franklin",
"Hevaltî şeraba jiyanê ye. Young",
"Generalê ku herî hindik şaşiyan dike, ew generalê herî mezin e. Napoleon",
"Şêr jî dikane bibe deyndarê mişk.” Thomas Fuller",
"“Jin bêhêz in, lê dayik bihêz in. Dayik bêdawiya jiyanê ne.” Emile Zola",
"“Têgihîştina mirovekî çiqas hindik be, ew mirov ewçend ji xwe razî ye.” Kotzebue",
"“Dilê dayikê, dibistana zarokê ye.” Henry WardBeecher",
"“Mirov dikane bi dînîtî bijî, lê nikane bi dînîtî bimire.” Young",
"“Talûka herî mezin di navbera kêmaqil û nîvbiaqilan de ye.” Goethe",
"“Yên ku dixwazin xwe di nava bêaqilan de biaqil nîşan bidin, ew di nava biaqilan de bêaqil dixuyin.” Quintilian",
"Gava mirov bi serketinên mezin bêaqil nebe, mirov nefsbiçûk dibe. Aiain",
"Ji xortan weye ku kal û pîr bêaqil in, lê kal û pîr dizanin ku xort bêaqil in. George Chapman",
"Merivên nefsbiçûk qet behsa xwe nakin. La Bruyer",
"Bizanibe cihê xwe bide yên ji xwe çêtir. Terence",
"Ger mirovan hevdu nexapandina, nikanîbûn demeke wilo dirêj bi hev re bijiyana. La Rochefoucauld",
"Divê bîranînên me yên kevin bibin hêviyên me yên nû. Arsene Houssaye",
"“Ne gava em dimirin, lê gava ku em çêdibin giriyê me nebêsebeb e.” T. B. Aldrich",
"Nîvê jiyana meriv ji aliyê dê û bavan, nîvê din jî ji aliyê zarokan ve mehû dibe. Ciaerense S. Darrow",
"“Tu ferqên mezin di navbera îdarekirina malbatekê û ya qiraliyetekê de tune ne.” Montaigne",
"“Her malbat dîrokek e, ji yê ku zane bixwîne re, destanek e.” A. de Lamartine",
"“Di her malbatê de melek jî hene, şeytan jî hene.” Joseph Roux",
"“Di xortaniyê û spehîbûnê de li êqil megere.” Homeros",
"“Aqilek baş e, du aqil baştir in.” A. Çexov",
"“Bêaqil ji biaqilan hindik tiştan hîn dibin, lê biaqil ji bêaqilan pir tiştan hîn dibin.” Cato",
"“Mirov mezinahîya peyakî di nefsbiçûkahiya wî de dibîne.” John Ruskin",
"“Roj bi birçiyan dirêj tên.” Aleksis Kivi",
"“Kêmaqilî bi du celeban dibe: Yek jê ji dinîtî, ya din jî ji nezanî ye.” Eflatun",
"“Neheqiya ku li yekî bi tenê dibe, ji civatê gişî re tehdîtek e.” Montesquieu",
"Jinek her tiştî efû dike, bi tenê redkirina xwe efû nake. Alfred de Musset",
"“Navê ku tu ji lawê xwe re bihêlî, bila bavê te fedîkar dernexe.” Baraccio",
"Gul çi ye? Ma navê wê tiştekî din ba jî qey wê evqasî ne bêhnxweş bûya? Shakespeare",
"“Efûkirin zekata biserketinê ye.” Hz. Emer",
"“Yê ku xwe bispêre dareke baş bêî sî namîne.” George Harbert",
"“Darên ku dereng digihên darên herî bi ber in.” Moliere",
"“Her dar ji mêwa xwe tê zanîn.” Încîl",
"“Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê cihê têne daqurtandin. Ku gihane hev dibin lehî, lehîke boş. Tu kes, tu tişt li ber wan nikare bisekine. Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye.” Celadet Elî Bedirxan",
"“Ger nan hebe her xem tê kişandin.” Cervantes",
"“Xemkişandin ji mirinê bêtir cesaretê dixwaze.” Napoleon",
"“Xorto wilo bixebite: An bi xwe çêke, an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin… Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her tiştî de, nemaze di karên nû destpêkirî de, pirîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî. Hilweşandina stûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl de ye.” Celadet Elî Bedirxan",
"Aş çûye tu pirsyara çeqçeqokê dikî!",
"Heta ku şêr dîroka xwe binivîsin, dîrok her pesnê nêçîrvanan dide.",
"Tira te bi te xweş e.",
"Kesê ku carekê mar pêvede werîsan jî bibîne dê bitirse.",
"Ji zana bipirse, ji nezana bitirse.",
"Golikê malê ji gayê malê natirse.",
"Xelkê biyanî bide wa goştê ganî her û her tu poşmanî.",
"Ciwanî bizaniya, pîrî bikariya…",
"Sîh û sê kilamên hirçê hene, hemû li ser dara hirmê ne.",
"Nebe wezîr li texta nemêran; bibe kûçik li devê deriyê camêran!",
"Benîştê mêrê pîs, çîroka mêrê qenc e.",
"Mêr xulamê mala xwe, mêrxas xulamê ala xwe ye.",
"Xewa miriyan tê, xewa birçiyan nayê.",
"Berê em radizan ku em xewnên şêrîn bibînin. Aniha xewna me ye ku em xewek şêrin bibînin.",
"Bûk bi dilê zavê ye, çi pitepita pîrê ye.",
"Aqilê kêm rê li ber mirov winda dike.",
"Pirtûk dermanê giyanî ye. Gotina Pêşiyên Japonan",
"Dizên bostanan mikur tên zivistanan.",
"Feqîrê gundê xwe be, ne axayê xelkê be.",
"“Yekbûna kurdan bi yekîtiya zimanê kurdî çêdibe. Yekîtiya zimên jî bi yekîtiya herfan dest pê dike…” Celadet Elî Bedirxan",
"Agir ket mala derewînan, kesî bawer nekir.",
"“Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye.” Ehmedê Xanî",
"Daweta mîran, agir ketiye feqîran.",
"Ez ji bo gel, ne gel ji bo min. Osman Sebrî",
"“Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: Ol yek, ziman dudu. Lê heke ola miletên serdest û bindest yek be, hingê çek yek tenê dimîne, ew jî ziman e. ” Celadet Elî Berdirxan",
"Dijminê ardûyê xwe dostê nanê xwe ye.",
"“Dil qet derewan nake.” Gotina Pêşiyên Holandiyan",
"Di tariyê de çira roj e.",
"“Heta tu dojehê nebînî, bihuşt bi te xweş nayê.”",
"“Rastî bi qasî kevirekî hişk, bi qasî gulpikekê nerm e.” M. Gandhi",
"“Di heman çemî de du caran tu nikarî xwe bişoyî.” Heraclitos",
"Bilind nefire, tu yê nizim bikevî.",
"“Ziman neynika çand, pîşe, dîlan, wêje, afirandin û pêşveçûnê ye.” Feqî Huseyin Sagniç",
"“Mirovê durist her gav rastiyê dibêje, mirovê bi aqil jî tenê di wextê wê de.” Bernard Shaw",
"Birîna kînî kûr e.",
"Cotê xwe hûr bajo, kûr bajo, dûr bajo.",
"Çav li deriyan, xwelî li seriyan.",
"Ez yekî dibêjim, tembûra min yekî dibêje.",
"Ez pîvazê naxwim, ew dibêje were şekir bixwe.",
"“Nerm nebe tu yê bieciqî, hişk nebe tu yê bişikeyî.” Vîctor Hugo",
"“Zêdebûna qanûnan tê wateya kêmbûna edaletê.” Çîçero",
"Her teyr bi refê xwe re difire.",
"Heta zimanê te diweste bila lingê te biweste.",
"Dest didize, ling dilerize.",
"“Berî ku tu xeber bidî bifikire, berî ku tu tevbigerî bipîve.” Shakespeare",
"Yê mêran ji çavên wan evîn dikeve hundir, yê jinan, ji guhên wan. Gotina Pêşiyên Polonyayiyan",
"“Bi qasî ku em di riya wê de jiyana xwe feda bikin, ji jiyanê hez dikin.” Kemal Pîr",
"“Pir guhdarî bike, hindik bêje, hindiktir binivîse.” Gotina Pêşiyên Îtalyayî",
"Heft çîrokên hirçê hene her heft jî li ser hirmiyê ne.",
"Hezkirina kevn zingar nagire. Gotina Pêşiyên Swêdiyan",
"Dar bi berê xwe şîrîn e.",
"Bûk li hespê ye, hefsar li mistê ye, kes nizane qismeta kê ye.",
"Kurmê darê ku ne ji darê be, dar narize.",
"Dest di ser destan re ne.",
"“Di navbera me û we de tenê girêdaneke dînî hebû, we ew jî ji holê rakir.” Şêx Seîd",
"Heta mirov tiliya xwe reş neke, tama devê xwe xweş nake.",
"“Temo lawo! Kalî û pîrî ne tu çek e. Xwedê milê mirov tê re neke!” Evdalê Zeynikê",
"“Heta tu yê bi gelek tiştan kêm bizanibî, tenê tiştekî baş bizanibe.” Neitzche",
"“Wesfa herî mezin a ku mirovek bibe serokê miletekî, adîlbûn e.” Hz. Omer",
"Dinya gulek e, bêhn bike û wê bide hevalê xwe.",
"Heyfa ciwaniyê, pîrî li pey e; heyfa heyveronê, şevereş li pey e.",
"Çav ji çavan şerm dike, bertîl keviran nerm dike.",
"Dev heye şahî û kenî, dev heye qehr û barî.",
"Emrê leglegê çû bi leqleqê.",
"Bextê reş mirov dike nexweş.",
"Bi qasî xwe bixwe, bi qasî xwe biaxive.",
"“Xwedê! Xaniyekî tije pirtûk û baxçeyekî tije kulîlk bike para min.” Konfîçyus",
"Çiya bi çiya nakevin, çav li çavan dikevin.",
"Cîranê baş li pêş birayê mirovan e.",
"Av ava biçûkan, peyv peyva mezinan.",
"Bi aqilê vala tu nagihî hevala.",
"Dayika dizan du caran dizê; carekê ji kêfan, carekê ji tirsan.",
"A ji min kêm, guhar û xizêm.",
"An naçe aş an jî diçe aşvan dikuje.",
"Ba hat, baran jî bi xwe re anî.",
"Bavê qîza, wekî rûnê hîza.",
"Dermanê xwestinê dayîn e.",
"Derdê giran barê giran e.",
"Ciwanî wekî mêvan e, ezîzê dilê keçikan e.",
"“Serketin ne serketin e, heta ku dijminê têkçûyî têkçûnê qebûl neke.” Claudius",
"Dema te û yekî li hev da, cihê lihevhatinê bihêle.",
"“Kesê ku çavê wî li jor e, divê ji bîr neke wê rojekê çavên wî tarî bibin.” Milan Kundera",
"Çav bi xwe, guh bi xelkê bawer in.",
"Çerxa felekê geh li jor e geh li jêr e.",
"Bi destê rastê dayîn, bi destê çepê stendin.",
"Çêleka belek, dûrî mala çeleng.",
"Daweta duduyan e, girê hemûyan e.",
"Dema jin diçin nav şer, şer betal dibe.",
"“Têkbirina tirsê destpêka zanînê ye.” Bertrand Russell",
"Dermanê ehmeqiyê tune ye.",
"Dehan ji xwe re, yekê ji hevalan re bibêje.",
"Dest dike, dev dixwe.",
"“Bêdengî wahiyeke mezin e.” Lao Tse",
"Dawiya şevreşê tim heyveron e.",
"Bikin mîna şêran, bixwin mîna mêran.",
"Bila çavekî mirov tune be, bila bextê mirov hebe.",
"Xweş dibe birîna xenceran, xweş nabe birîna xeberan.",
"Emelê pîrê nayê bîrê.",
"Bila rûyê mirov biêşe, dilê mirov neêşe.",
"“Hezkirin; karê kedê, berxwedanê ye. Ev şer karê xweşikkirina hezkirinê ye.” Abdullah Ocalan",
"Bila şîn di milan de be, şer ne di malan de be.",
"“Heqî u rastî civakê diparêzin.” John Locke",
"“Jiyana mirov, xeyala mirov e.” Andre Gide",
"Ceribandina pîran û hikmê xortan gihîştin hev, erd hejandin.",
"Cihê ku agir lê neyê kirin, dû jê ranabe.",
"Cinet jî cehnem jî di mala mirovan de ye.",
"Ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe şolik.",
"Ha Hesen Keçel ha Keçel Hesen.",
"Mirov bi werîsê xelkê naçe binê bîrê.",
"Barê dinê li mêr e, barê mêr li jinê ye.",
"Her bendek, xwedî derdek.",
"“Her dewlet ji malbatan pêk tê.” Arîstotales",
"“Ne encaman , divê em destpêkan biguherînin.” Alain",
"Azadî, xweştir e ji hemû tiştî.",
"Agir û pîşo li cem hev nabin.",
"Bar neçe ber ker, ker diçe ber bar.",
"Av her tiştî dişo lê eybê naşo.",
"Aş digere, qeraş pesnê xwe dide.",
"Baran dibarê, erd pesnê xwe dide.",
"Aqil serdestî aqil e.",
"Agir bi agir natemire.",
"Aş bi avê digere, mirov bi zimên.",
"Bedewiya mirov; ilm û marîfeta mirov e.",
"Berê guhdarî bike, paşê biaxive.",
"Bê xwedê dibe, bê xwedî nabe.",
"“Tiştê ku mirovahî bike bi qasî ku xeyal dike bi sînor e.” A. A. Clarke",
"Avahiya malan di destên jinan de ye.",
"“Duh dîrok e, sibê tiştê zanîn e, îro xelatek e.” E. Roosvelt",
"“Armanca perwerdehiyê dirûvandina karakterê ye.” Herbert Spencer",
"Dema genim zer dibin, das bi qedir dibin.",
"Dengê mirinê zû belav dibe.",
"“Heta min dest bi dersdayinê nekir, ez hînî tiştekî nebûbûm.” Anatole France",
"“Ez tu car rastî kesî nehatime ku mirov nikaribe tu tiştekî jê fêr bibe.” Alfred de Vigny",
"“Pirseke ku bi zanebûn hatibe pirsîn, nîvê zanatiyê ye.” Françis Bacon",
"Dem heye mirov çiya li pişt dike, dem heye mirov nikare qirşê ber lingê xwe rake.",
"“Di fêrbûnê de meraqdariya azad ji kotekiyê bibandortir e.” Augustinus",
"“Armanca perwerdehiyê dirûvandina karakterê ye.” Herbert Spencer",
"Dermanê her tiştî zêr e, ji zêr xurtir zor e.",
"Çira ji koran re tembûr ji keran re bêfêde ye.",
"“Ma hostetiya ajokarê keştiyê dema ku behr sekan be tê fêmkirin?” Lukianos",
"“Derengxistina edaletê bê edaletî ye.” W. S. Landor",
"“Alim divê tiştên herî xirab jî bi rûkenî pêşwazî bikin.” Seneca",
"Çav tirsonek e, dest û ling mêrxas in.",
"Çeka ne baş di dest xwediyê xwe de diteqe.",
"“Ya girîng ne xwendina pir e, ya bi kêr e.” Aristippos",
"Dinya bi dor e, ne bi zor e.",
"Barê kerê çiqas giran jî be, dîsa guhên wî dilivin.",
"Çûyîna riyan, bi rêberan xweş e.",
"Barek çek li kerê bike û bişîne çolê, dîsa jî dê gur wê bixwin.",
"Mirinê dibîne, bi tayê qayîl dibe.",
"Ne dixwim savarê ne diçim hawarê .",
"Ax û ava mirov li ku derê be, divê mirov li wir be.",
"Axa mala mirov ji cewherên xelkê çêtir e.",
"Aqil ar e, hiş av e.",
"Çavê derîgirtiyan jî li yê derîvekiriyan e.",
"Mirov kûçikê biqusîne nabe tajî.",
"“Ger mêjî ne amade be, çav nabîne.” Emille Serge",
"Mal xizan e, kebanî nezan e.",
"Ku mirov kete avê, ha li çokê ha li navê.",
"Tê sotin lê nayê gotin.",
"Baxê bêgul, kirasê bêmil.",
"Av di cihê teng de deng dide.",
"“Aştiyeke xirab ji şerekî baş çêtir e.” Puşkin",
"Barek pirtûk li kerê bikî, ker dîsa ker e.",
"“Aqilê xwe bikarbîne, wêrekiya xwe nîşan bide.” Kart",
"Ciwantî bihar e, pîrî her payîz e.",
"“Kes bi hevalên xwe tê pîvan.” Hz. Elî",
"Av, ar û mar li cem hev nabin.",
"Av xwînê dişo, xwîn xwînê naşo.",
"Bavê bêqîz, wekî çiyayê bêav e.",
"Sênîka şikestî çêtir e ji ya xwestî.",
"Belayeke pir mezin bi sebreke biçûk derbas dibe.",
"Av û ar nabin yar.",
"Berê biedilîne paşê bixemilîne.",
"Berf çiqas bibare jî namîne ji havînê re.",
"Agir bi erdê bikeve, gurzek pûşê wî/wê naşewite.",
"“Ji xwe re hevalên ku dê bikaribin qisûrên we ji we re bibêjin, bibînin.” Nicolas Boileau",
"Berxê mirî ji gur natirse.",
"“Ji pirsa kesekî/ê asta biaqilbûna wî/ê diyar dibe.” Hz. Omer",
"Bi benê dînan danekeve bîran.",
"“Gel, mirov, bi kirina mirov a herî dawîn bi bîr tîne.” Oscar Wilde",
"Bi ciwanî bike, bi pîrî bixwe.",
"“Biaqilbûn ne tiştek e, tiştê muhîm ew e ku mirov aqilê xwe li cihê rast bikarbîne.” Descartes",
"Bizin têr dixwe, qiloçê xwe li kendalan dixe.",
"Kumê rastan tim qetiyayî ye.",
"Bila mirov bêtext be, lê ne bêbext be.",
"“Nivîsandina bîranînan, ji mirinê rizgarkirina tiştekî ye.” Andre Gîde",
"Bila namûsa mirov li cih be, bila pariyê mirov nîv be.",
"“Mirina li ser lingan çêtir e ji mirina li ser çokan.” George Washington",
"Ji xweşikê re bibêjî “xweşik” naz dike, ji reşikê re bibêjî “xweşik” hez dike.",
"Gihayê hewşê tahl e.",
"Ez garisê şeng im, mêrê roja ceng im.",
"“Divê dilê siyasetmedarekî/ê di mêjiyê wî/wê de biavêje.” Napoleon",
"Bila dil bi dil be, bila welatê dûr be, bila tûrê parsê li mil be, binê tûr jî bi qul be.",
"Bike lê nebêje.",
"Bila dil bi dil be, lihêf ji heft cihî qul be, balîf jî kevir be.",
"Bila heqê me heq be, li ser perê teyrê baz be.",
"“Qefesek, derketiye li çûkekê/î digere.” Franz Kafka",
"“Em, bi piranî dema ku baş bin, em deng nakin.” Franz Kafka",
"Berê şekir û şîr, paşê şûr û tîr.",
"Biçe mêvaniya dijmin lê çeka xwe li mal ji bîr neke.",
"Biçûkan mezin, mezinan jî biçûk nekin.",
"“Gava aqil bisekine fikir disekine. Fikir bisekine tevger disekine. Bêtevgerî destpêka rizînê ye.” Gazalî",
"Gora hev kolandin.",
"Bi zanayan re keviran bikêşe, bi nezanan re girarê jî nexwe.",
"Bi tajiyê xelkê neçe seydê.",
"Bi meqesa xwe bibire, bi derziya xwe bidirû.",
"Bi gotinan zîv nabe zêr.",
"Bi bêjingê dan hev, bi seradê belav kirin.",
"“Tu kes bi qasî kesê/a ku naxwaze bibîne ne kor e.” Îbnî Sîna",
"Bi ilmê mele bike lê bi emelê wî neke.",
"Bi pirsê mirov diçe Şamê.",
"Heta em bûn çavnas, dinya bû xelas.",
"Biharê pez, payîzê rez, zivistanê ez.",
"Biçûkê malan kûçikê malan.",
"“Ez ji ber ku nizanim ji yên din biaqiltir im.” Socrates",
"“Birçîtî masiyê herî biaqil jî tîne ser nîkê.” Goethe",
"“Ji bo efendîbûna zanînê xulamtiya xebatê şert e.” Honore de Balzac",
"“Mirovê tirsiyayî nikare evîndarekî serkeftî be.” Helîm Yusiv",
"Dilê şivan bixwaze dikare şîr ji nêrî bidoşe.",
"Axa jin û mêr ne ji hev be tev nagere.",
"“Pirtûkxane nayên çêkirin, ew mezin dibin.” Augustine Birell",
"Bazara malê û bajêr li hev nake.",
"Agir bi çiyan dikeve ter û hişk tevde dişewite.",
"Bila mirov bixwe xwedî rûmet be ne di bin siya yê bi rûmet de be.",
"Ar ji kesê nezan re bar e.",
"Av di golê de bimîne wê genî bibe.",
"“Ev şoreş, xwedîlêderketina mafê me ya jiyanê ye.” Abdullah Ocalan",
"Xwediyê sebrê, melîkê Misrê ye.",
"Kesê ku bikeve dîlanê, divê xwe bihejîne jî.",
"Dewsa ku em li stiriyên gulê bifikirin û li ber kevin, divê em kêfxweş bin ku gul dikare di nav stiriyan de bibişkove.",
"Destiyê bivir ne ji darê be, darê nabire.",
"“Ziman hestiyê piştê ye.” Zana Farqînî",
"“Ziman mala hebûnê ye.” Martîn Heîdegger",
"“Berxwedan Jiyan e.” Mazlûm Dogan",
"Ew kesê neçe şer, şer pê xweş e.",
"“Dizê herî mezin ê demê bêbiryarî ye.” C. Flory",
"“Duh mir, îro can dide, sibê hê nehatiye dinê. Bi vî awayî li dema xwe binêrin û karên bi feyde bikin.” Bişr-i Hafi",
"Halê feqîran wekî boça kerê ye, ne dirêj dibe ne kurt dibe.",
"Hezar dost hindik in, dijminek pir e.",
"Heta mirov xwe nas dike, temenê xwe xelas dike.",
"Ê ji hespê ket brîndar bû, yê ji kerê ket mir.",
"pra",
"Hestiyê ziman tune lê her tiştî dişikêne.",
"Ê ku çûyî diziya hingiv, bi pêvedana mêşan qebûl e.",
"Dara xebatkaran tim bi ber e.",
"“Hin kes gava digihîjin dawiya nêrdewanê, fêm dikin ku ew danîne ber dîwarê şaş.” C. Alta",
"Her teyr bi bangdana xwe tê nasîn.",
"Her kesek bi qasî qeweta xwe.",
"Hesp dimire, bênder ji keran re dimîne.",
"Hesp li gorî siwarê xwe diçe.",
"Hevalê xwarinê tim xeyidî ye.",
"Dil li dil e, tune derd û kul e.",
"Ê pir zana kêm diaxive.",
"Ê qedrê xwe dizane, qedrê yê li benda xwe jî dizane.",
"Dijminê biaqil ji dostê bêaqil çêtir e.",
"Her rûken ne dilken e.",
"Gotin rihet e, huner zehmet e.",
"Heta birîn sar nebe jan nade.",
"Gula ku zû bibişkive, zû jî diçilmise.",
"Gotina dirêj, mirov dike gêj.",
"“Birçîtî ne dost, ne xizan, ne mirovatî ne jî mafan dinase.” Daniel Defeo",
"“Jiyan mirovên mezin perwerde dike û rê dide yên biçûk ku bi rêya xwe de herin.” Marie von Ebner Eschenbach",
"“Edalet giyanê gerdûnê ye.” Omer Xeyam",
"Ê mirinê bibîne bi tayê razî dibe.",
"Dostê bêfêde wekî dijminê bêxesar e.",
"“Li ber kesekî nezan wekî pirtûkê bêdeng be.” Mewlana",
"“Xweşikî gelek caran paçika ku qisûran vedişêre ye.” Balzac",
"Ê serxweş bibe şûşeyan najimêre.",
"“Ji hesinekî hem nal dertê hem şûr.” Nîzamî",
"Ez ez im, tu tu yî.",
"Garis gir dibe, serê xwe ditewîne.",
"Ên bi qelemê hatin nivîsandin, bi bivir nayên şikênandin.",
"ich Nietzsche",
"“Mirov hemû heman gotinan bikar tînin. Lê ji hev fêhm nakin.” Octavia Paz",
"Destê tenê şêrê zozanan be, deng jê nayê.",
"Ê siwar ji halê yê peya fêm nake.",
"Ê pirs kir çiya xelas kir, ê pirs nekir li deştê xwe şaş kir.",
"“Hunera herî baş, hunera jiyanê ye.” John Macy",
"“Dar pir in lê hemû fêkiyan nagirin.” Hz. Îsa",
"Dewlet ji malê zengînan re bekçî ye.",
"“Mirovên biaqil hemû hêkên xwe naxin zembîlekê.” Cervantes",
"Dijminên bavan nabin dostê lawan.",
"Ê ku şerab bi deyn vexwar du caran serxweş bû.",
"Dil çiqas mezin be jî, du evîn tê hilnayên.",
"“Malê pir bê heram, gotinên pir jî bê derew nabin.” Yunus Emre",
"Dijmin bi halê dijmin bizanibûya, çek bi xwe re nedigerand.",
"“Mirov pêşiyê di nav xwe de, paşê li dervê têk diçe.” Rockefeller",
"Dilê fireh pîr nabe.",
"Ê bi zilmê be, bi zorê diçe gorê.",
"Ê kete govendê, dê xwe bihejîne.",
"Egîd carekê dimire, tirsonek hezar caran.",
"“Kesê ku qet xeletî nekiribe, qet tiştekî nû neceribandiye.” Albert Einstein",
"Dinya ku mirin tê de ye, bila kes pesnê xwe nede.",
"“Li ser gihandina xortan bisekine lewre di vê riyê de xemsariyek dikare bibe sedema tunebûna welatekî.” Arîsto",
"Ê ji xwe netirse, ji kesî natirse.",
"Ewladê xerab, mirov dibe ber deriyê dijmin.",
"Ez çûm gundekî nenas, min pesnê xwe da bê qiyas.",
"Ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne.",
"“Li dinyayê tekane tişta nayê teqlîdkirin, cesaret e.” Napolyon",
"Ji tunebûna şêran, rovî xwe nîşan didin wekî mêran.",
"Jana tiliyan hemû ne yek e.",
"“Tu tiştek bi qasî mirovekî/ê bilind nabe û bi qasî wî/ê danakeve.” Holderlin",
"Hezar bavên çê, nabin wekî şîrê dê.",
"“Fikirîn dîtin e.” Balzac",
"“Ger bawerî winda bibe û şeref bimire, mirov jî têk diçe.” Whittier",
"Kê genim çandiye û garis rakiriye?",
"“Mirovê ku herî zêde hûn jê hez dikin, ew e ku hûn dişibînin xwe.” Moliere",
"Ker bêdeng nazire.",
"“Ê ku li ser şopa yekî din bimeşe, li dû xwe şopê nahêle” Joan I. Brannon",
"Ji hemû hêkan çêlik dernakevin.",
"Kes nakeve gora kesî.",
"“Dema dostên te di tengasiyê de bin, ji dema dilşadiyê zêdetir li wan bigere.” Chilon",
"Ji gur birçîtir, ji mar tazîtir tune.",
"Mebin dijminê xeraban, bibin dijminê xerabiyê.",
"“Ên ku pêşerojê naynin bîra xwe, mehkûmî dubarekirina paşerojê ne.” George Santayana",
"Ji zengînan re edet e, ji feqîran re qebehet e.",
"“Ne girîng e mirovek çawa miriye, tiştê girîng ew e ku ew çawa jiyaye.” Samuel Johnson",
"Ji her darê bilûr û tembûr çênabin.",
"“Ger tu dixwazî tiştekî binivîsî û mohra xwe li binî bixî, qet qala wê neke.” Earl Wilson",
"Karê demekê çêtir e ji axaftina salekê.",
"Reva pisîkê hetanî kadînê ye.",
"Mar e, ne cih û ne war e.",
"“Ger bi têra xwe sedemên we hebin, hûn dikarin her tiştî bikin.” Jim Rohn",
"Kes wek jinê bi merê xwe nizane.",
"Ku mirov diz be, şevreş pir in.",
"“Tenê yên perwerdebûyî azad in.” Epiktetus",
"Mirin rojek e, şîn sê roj in.",
"Tu kesî ji mêraniyê xesar nedîtiye.",
"Mih bûn kavir, kavir bûn vir.",
"Mirov di heftan de çi be, di heftêyî de jî ew e.",
"Sazkirina pirtûkxaneyê, bi qasî çêkirina îbadetxaneyê pîroz e.",
"“Her gav rastiyê bibêje, paşê tu yê mecbûr nemînî bi bîr bînî ku te çi gotiye.” Mark Twain",
"Mêr bi navê xwe, teyr bi refê xwe, birûsk bi zeriya xwe, şêr bi lepê xwe, zilam bi cîraniya xwe li dinê dimînin.",
"Mêş hene hingiv çêdikin, mêş hene hingiv dixwin.",
"Masiyê ku ji avê derketî ji agir natirse.",
"Malê kesî li kesî helal nabe.",
"Kesê jinê bîne ser jinê, xêrê nabîne ji dinê.",
"Ku hewes e, carek bes e.",
"Mal kêmasiya mirov dinixumîne.",
"Mezinan got, biçûkan firot.",
"“Ji bo ku hûn xwe bi rê ve bibin serê xwe, ji bo ku hûn hinên din bi rê ve bibin dilê xwe bişixulînin.” E. Roosevelt",
"“Her tişt diherike.” Heraklîtos",
"Mirov ji qehran xwe diavêje behran.",
"Mirov çiqas biaqil be jî, her hewceyî aqilan e.",
"Mêr ew e ku birîna xwe bi destê xwe derman bike.",
"Kûçikê têr êrîşî guran nake.",
"Kes nabêje dewê min tirş e.",
"“Rasteqîn evîn e, evîn jiyana azad e.” Abdullah Ocalan",
"Mirovê çê, qenciyan jî xerabiyan jî ji bîr nake.",
"Bi tifinga xelkê mêrani nabe.",
"“Azadî, bi birêveberina xwe bi xwe dest pê dike.” Abdullah Ocalan",
"“Çalakîya şoreşger ew çalakî ye ku dîrokê dirust dike.” Abdullah Ocalan",
"Ya wî/wê tim yek zêde ye.",
"Nivîşta netişt(bênivîs) xwedîyê xwe kuşt.",
"oie_KmdktcJoXChG",
"Xelkê hingiv xwar, mêşan bi me girt.",
"Adar e, dew li dar e.",
"Agir ber piyê wî dibe av.",
"Agir berdayê, bîhna pîso jê nayê.",
"Agir bi serê min ketiye, tu jî rûnê xwe li ber diqijirînî.",
"Agir berda komê, xwe da aliyê zomê.",
"gp",
"Agir davê devê xwe, dibê: “Hay jê ninîm.”",
"cropped-gp.jpg",
"Agir di kevnebizûtan de dimîne.",
"Agir girte mala derewîna kesî jê bawer nekir.",
"Agir bi darên hûr hilkê!",
"Bizin kirî bi heftan, hirîya wê firot bi heştan.",
"Agir bi erdê dikeve, ter û hişk bi hev re dişewitin.",
"Agir gula zivistanê ye.",
"Agir ku pê girt, sil û ziha bi hevre dişewitin.",
"Agir û pîşo li cem hev nabe",
"Agirê gamêşa, bû warê gelsê mêşa.",
"Agir girtî bû mala yekê, ya din serûpê li ber dikizirandin.",
"Agirî bi serê min ketî ye, tu jî firîke xwe liber dipijînî.",
"Alîkî şîn e, alîkî jî girîn e",
"Alîkî şîn e, alîkî şayî ye.",
"Ahên bizina kol ji ya bi qiloç re namîne.",
"Agir girte mala yekî şewitî, got: Ne her ew tîr ji keçan re nema!",
"Ahên vî destî namînin li vî destî.",
"Agirê kuçikan timî germ e, dereng sar dibe.",
"Agir girte mala yekî şewitî, yê din digot: Tu bi xwedê venemirîne da, ku kewên xwe bibirêjim.",
"Amanet heya qîyamet!",
"Anî ji deriya, da xêra miriya.",
"Agir pêkeve bîhna pîso jê nayê!",
"Ap bi biraziyan re dike, xal bi xwarziyan re dike",
"Agirê bin kayê ye.",
"Aqil li seriya ye, ne li bejna ye.",
"Aqil derxistine firotinê herkesî aqlê xwe kirî.",
"Agirê xweş, agirê qurma ye.",
"Agir bigre rêlê ter û hişk wê pêk ve bişewitin.",
"Aqil nayê firotin.",
"Agir di qoc de ye.",
"Aqil ne li bejnê ye, li serî ye.",
"Aqil ne ji mezinahiyê ye, ne ji biçûkayî ye.",
"Aqil sivik e, nig çapal e.",
"Aqil tac e li serê meriya",
"Aqilê giran mû kêr dike.",
"Agir li qurma dimîne",
"Aqilê kêm riya xwar ber hevalê xwe dike.",
"Aqilê kurî bi teyran re firî.",
"Aqilê kurî se tê birî.",
"Aqilê meriv rêberê meriv e.",
"Aqilê kurî, ceniya dêl.",
"Aqil tacekî zêrîn e, belê li serê hemî kesî nîn e.",
"Ar di qutîkê kevn de ye.",
"Aqil li seriyan e, ne li dirêjahiya çokan e.",
"Aqil tacê zêrîn e, di serê hemû kesî de nîn e.",
"Aqilmend timî kivş in.",
"Arê kewa re, risqê buha re.",
"Arê xwe pêtî ye, ariya xwe rêtiye",
"Arê kewan e risqê betan e.",
"Arvanê salê, di salê de diçe.",
"Arvanê salê bi salê re biçe.",
"Asteng bê derece nabin.",
"Aş berdaye, dû çeqçeqê ketiye.",
"Astenga mezin li derê mala mirovî ye.",
"Aş dike, aşvan dixwe.",
"Aş çû li çeqçeqê dipirse.",
"Aş çûye tu pirsa çeqeçeqokê dikî.",
"Aş şuxulê xwe dike, çeq-çeqok dev û diranê xwe dişkîne.",
"Aş digere qeraş xwe dipesine.",
"Ayşikê ji xwe şikê.",
"Aşê nezanan Xwedê digerîne.",
"Aşê dînan bê av digere.",